Li Silêmaniyê hejmara qurbaniyên teqîna seva borî zêde bûn

18 November 2022 10:40 0 dîtin
Li Silêmaniyê hejmara qurbaniyên teqîna seva borî zêde bûn

PeyamaKurd – Li Silêmaniyê hejmara qurbaniyên teqîna şeva borî ya taxa Kazîwe zêde bûn û gihîşt 8 kesan.

Li gor zanyariyên xwecihî diyar kirin, di encama teqîna sîstema gazê ya xaniyê welatiyekî de li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 8 kesan can dan.

Do Pêncşemê ber destê êvarê di saet 19.45an de, li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li taxa Kazîwe, bi sedema teqînekê hinek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Heya niha gelek kes di bin enqazan de mane. Berdevkê polîsê Silêmaniyê ragihand ku teqîn ji ber sîstema LPG ê ye.