Hejmara qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê dîsa zêde bûn

18 November 2022 13:31 0 dîtin
Hejmara qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê dîsa zêde bûn

PeyamaKurd – Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir bi daxuyaniyekê diyar kir, yek ji wan zarokên li nexweşxaneyê can da û hejmara kesên can dane derket 11 kesan.

Hejmara qurbaniyên teqîna sîstema gazê ya malekê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê gihîşt 11 kesan û 12 kes jî di bûyerê de birîndar bûn.

Li gor Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir bi daxuyaniyekê eşkere kir, yek ji wan zarokên ku di teqînê de birîndar bûbû û ji bo nexweşxaneyê hatibû rakirin, îro înê can da û hejmara kesên can dane gihîşt 11 kesan.

Heval Ebûbekir destnîşan kir: “Niha pêwîstiya me bi wê yekê heye ku welatiyên me derfetê bidin tîmên me, da ku bi başî karên xwe encam bidin.”