SANA: Sîstema berevaniyê bersiv da êrîsa seva borî ya Îsraîlê

22 July 2021 15:38 0 dîtin
 SANA: Sîstema berevaniyê bersiv da êrîsa seva borî ya Îsraîlê

PeyamaKurd - Medyaya fermî ya Sûriyê ragihandiye ku li navçeya Qisêr li bajarê Humsê, hêza berevaniyê ya Sûriyê rastî êrîşeke bi moşekan a Îsraîlê hatiye û piraniya moşekan hatine têkbirin.

Çavkaniyeke leşkerî ya Sûrî ji ajansa fermî ya nûçeyan a rejîmê SANA re ragihandiye, şeva borî  li demjimêr 01:13 Îsraîlê çend xal li navçeya El-Qisêr li gundewarê Humsê kirine armanc.

SANAyê ragihandiye ku êrîşa Îsraîlê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya rejîmê ve hatiye têkbirin û piraniya moşekan hatine xistin ku di êrîşa Îsraîlê de tenê ziyanên madî çêbûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, hêzên asmanî yên Îsraîlê gelek caran êrîşan dibin ser binkeyên rejîma Sûriyê ku milîsên îranî yên piştevaniya rejîma Esed dikin di wan de dimînin.

SOHRê daye xuyakirin, ji destpêka 2021ê ve, hêzên Îsraîlê bi rêya êrîşên asmanî û moşekbaranê 14 caran êrîşî 40 pêgehên serbazî li Sûriyê kirine, piraniya wan pêgehan jî yên Hizbullah û komên girêdayî îranê ne û di encamê de nêzîkî 100 kes hatine kuştin ku piraniya wan milîsên îranî bûn.