Lijneya Asayîsê ya Parlamentoya Îranê: Em amade ne bersiva hemû êrîsan bidin!

06 October 2024 23:28 0 dîtin
Lijneya Asayîsê ya Parlamentoya Îranê: Em amade ne bersiva hemû êrîsan bidin!

PeyamaKurd –  Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclîsê diyar kir ku wan bi fermandarên payebilind ên hêzên çekdar, artêşa şoreşgeran, polîs, Wezareta Parastinê, Wezareta Îstixbaratê, Wezareta Karên Derve, Wezareta Karên Hundir re hevdîtin pêk anîne.

Berdevkê Komîteya Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê, Îbrahîm Rezayî îro gotiye: “Civîn ji bo gotûbêjkirina amadekariyên her aliyekî rewşa niha bû.”

Rezayî got: “Her yek ji van dezgehan raporek pêşkêş kiriye û diyar kir ku ew bi temamî ji hemû rewşan re amade ne.

Rezayî aniye ziman: “Heger em rûbirûyê her tehdîdeke li ser Komara Îslamî ya Îranê bibin , em ê bi lez û bez bertekê nîşan bidin. Em tawîzê nadin û em ê di asta herî bilind û bi tundî bersiva gefan bidin.”