Pervîn Bûldan û Mithat Sîncar wekî hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin
PeyamaKurd – Di dengdana delegeyên Kongreya 4emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku îro 23yê Sibatê li Enqerê hat lidarxistin de, Pervîn Bûldan û Mithat Sîncar wekî hevserokên nû yên HDPê hatin hilbijartin.
Beriya lidarxistina kongreyê bi demekê piştî lihevkirina di nav rêveberiya partiya HDPê de, biryar li ser herdu navan hatibû dayîn.
Li kongreya HDPê di 10 sindoqan de ji dengên 1018 delegeyan bi dengên 838 delegeyan Pervîn Bûldan û Mithat Sîncar wekî hevserok hatin hilbijartin.
Di dengdanê de herwiha endamên meclîsa partiyê, lijneya dsîplînê, lijneya lihevkirinê û endamên yedek jî hatin hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin