Pervîn Bûldan: Dozgerên operasyona Kobanê Erdogan û zavayê dozger in

06 October 2020 17:41 0 dîtin
Pervîn Bûldan: Dozgerên operasyona Kobanê Erdogan û zavayê dozger in

PeyamaKurd - Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Bûldan, di koma partiya xwe ya parlamenê de axivî û li ser operasyona girtinan a “Lêpirsîna Kobanê” jî got, “Dosyeya vê operasyonê bixwe li Koşka Serokomariyê hatiye amadekirin. Dozgerê vê dosyeyê jî Erdogan û zavayê dozger in.”  

Bûldan operasyona piştî 6 salan bi ser bûyerên Kobaniyê de wekî komployeke dijî HDPê nirxand û  wiha axivî:

“Ez pir eşkere dibêjim; ji mirina bi dehan mirovan deshilatdariya AKPê û hêzên paramîlîter ên di nava dewletê de berpirsiyar in. Dosyeya vê operasyonê bixwe li Qesrê hatiye amadekirin û dozgerê vê dosyeyê Erdogan û zavayê dozger e. Erdogan dibêje ‘dozgerê me hesabê çalakiyên Kobanê dipirse.’ Li holê darazek nîne ku hesap bipirse. Hûn qala kîjan darazê dikin? Hûn qala wê daraza ku ketiye bin fermana te û şirîkên te. Dibêje berdin, berdidin. Dibêjin bigirin, digirin. Birêz Erdogan bi rastî em dixwazin li vir ji te re bêjin; ew ne daraz e, hêzên operasyona we ne. Daraza rasteqîn girêdayî hiqûq, edalet û heqîqetê ye. Ne girêdayî Qesran û îqtîdaran e.” 

Hêjayî bibîrxistinê ye, dozgerê doza operasyona ku du hefte berê bi dehan şaredar û rêveberên HDPê hatin girtin û Pervîn Buldan qala wî dike, Serdozgerê Enqerê Yuksel Kocaman e ku beriya operasyonê bi demeke Kurd zewicî bû ji aliyê Erdogan ve li Koşka Serokomariyê hatibû pêşwazîkirin.