AKP tehdîdwarî axifî: “Yên xwestin Kurdistanê ava bikin, encama wan bû qebristan”
PeyamaKurd – Gotina ‘Kurdistan’ di navbera parlementerên DEM Partiyê û parlementerên AKPê de bû sedema munaqeşê. Wekîlê serokê grûba meclisa Tirkiyê Celal Adan got ku:
“ Tirkiye ji 7 herêmên erdnîgarî û 81 bajaran pêktê. Di nav sînorê Tirkiyê de Kurdistan tine.”
Parlementerê AKPê yê Konyayê Mehmet Baykan jî di axaftina xwe de balê kişand ser gotina Kurdistanê û got:
“Di civînên me de carna ji bo Kurdistanê dibêjin ku Kurdistan herêmekî erdnîgariye. Em jê re bêjin ku ev azadiya fikrê ye. Lê gotina wê cuda û cudakirina wê cuda ye. Yên xwestin ava bikin, encama wan nebû Kurdistan lê bû qebristan. Em vêya ji bîr nekin.”
Ji ber ku van axaftvanan li ser gotina Kurdistanê ya ku cîgira seroka grûba Partiya DEMê Gülüstan Kılıç Koçyiğit gotibû, mafê xwe yê axaftinê sitend û bertek nîşanî Baykan da. Koçyiğit got:
“Li ser vî kursiyê dema em dibêjin ‘Trakya’ çawa nabe pirsgirêk, em dibejin ‘Kurdistan’ û em ê bêjin. Kurdistan rastiyekiye. Dema em dibêjin Kurdistan hun jî dizanin em behsa herêmekî îdarî nakin. Lê hun li vê derê têgihîştinên nûh di mêjiyan de ava dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin