Dadgeha Destûrê derbarê doza girtina HDPê de roj diyar kir
PeyamaKurd – Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) li ser doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja daxuyaniya bi devkî eşkere kir. Herwiha îro dosyayên rakirina parêzbendiya 25 parlamenteran jî ji bo serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hatin şandin.
Li gorî biryara AYMê wê Serdozgerê Komarê yê Daraza Bilind Bekîr Şahîn ku bi xwe doza girtina HDPê vekiriye, 10ê Çileyê 2023yan derbarê pêdeçûna dozê de bi devkî daxuyaniyê bide.
Herwiha hat ragihandin ku piştî daxuyaniya Serdozger Şahîn, wê HDP jî parastina xwe devkî bike.
Doza girtina HDPê 10ê Çileya 2022yan hatibû vekirin û heger biryara girtinê bê dayîn wê HDP wekî partî nikaribe bikeve hilbijartinên Hezîrana 2023yan û herwiha ji bo bi sedan siyasetmedarên partiyê jî qedexeya siyasetê tê xwestin.
Li aliyê din, îro 12ê Kanûnê dosyayên rakirina parêzbendiya 25 parlamenteran ku 21 ji wan yên HDPê ne ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê re hat şandin.
Ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hevseroka partiyê Pervîn Buldan, Hevseroka DBPê Salîhe Aydenîz û Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş jî di parlamentarên rakirina parêzbendiya wan tê xwestin de, cî digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin