Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, li ser doza Cizîrê biryar da
PeyamaKurd- Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, li ser doza jêrzemînên ku di sala 2015an de li Cizîra Bakurê Kurdistanê hatibû vekirin, biryar da.
Li ser serlêdanên takekesî yên ku bi sedema “binpêkirina mafê jiyanê” yên di dema qedexeya derketina derve de li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê ve hatibûn kirin, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ve hatin redkirin û hat diyarkirin ku mafên mirovan nehatine binpêkirin.
Li gorî biryara dadgehê ku hat ragihandin, tê gotin ku
“Li gor xala 17emîn a Destûra Bingehîn, di rewşên pêwîst de bikaranîna çek û kuştina kesekî guncaw e û li gorî hiqûqê ye. Ev destwerdana dewletê, li ser mafê jiyana wan kesan, xwe dispêre yasayê û nabe ku wekî sûc bê qebûlkirin.”
14ê Kanûna 2015an de li navçeyên Silopî û Cizîrê yên ser bi Şirnexê ve qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di 2yê Adara 2016an de hatibû rakirin. Ev dozên takekesî jî li ser bûyerên wê demê hatibûn vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin