Serdadgerê Dadgeha Destûrê yê Bangladesê îstîfa kir

10 August 2024 19:34 0 dîtin
Serdadgerê Dadgeha Destûrê yê Bangladesê îstîfa kir

PeyamaKurd – Piştî li Bangladeşê xwepêşandanên li dijî qanûna hukumetê zêde bûn û bi sedan kes di çalakiyan de hatin kuştin, serdadgerê dadgeha Destûrê yê Bangladeşê Obaidul Hassan îstîfa xwe da. Xwepêşandêr xwestibû ku serdadger û gelek kesên din îstîfa bikin.

Li Bangladeşê şêwrimendê hukumeta demkî yê hûqûq, edalet û ji karê parlementoyê berpirs Asif Nasrul, di ser hesabê xwe yê Facebookê de ragihand ku îstîfa serdadger Hassan gihaye destê wî û dê bide serokkomar Muhammed Şahabuddin.

Hukumeta berê qanûnekî derxistibû ku zarokên kesên di şerê serxwebûna Bangladeşê de, di sala 1971an de tevlî şer bûne, ji zarokên wan re kontenjanekî destnîşan kiribû ku di karê giştî yê dewletê de bixebitin.

Lê muxalefet û çalakvan gotibûn ku qanûn li dijî wekheviyê û lîyaqatêye. Li ser mijarê, çalakî destpêkiribûn û serokkomara Bangladeşê Şêx Hasina îstîfa xwe dabû û çûbû Hindistanê.

Di çalakiyan de heya niha di ser 200 kesîre kuştî hene û bi sedan kes birîndar bûne.