Ji bo eskerekirina gora Sêx Seîd serlêdan li Dadgeha Destûrê hate kirin
Peyama Kurd - Ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî, Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê dan.
Piştî biryara reddê ya Dadgeha Îdarî ya Herêma 12mîn a Enqereyê ya serlêdana îstinafê, Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd, serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê dan.
Berîya biryara reddê ya Dadgeha Îdarî ya Herêma 12mîn, ji alî Komeleya Şêx Seîd û xizmên 46 hevrêyên Şêx Seîd, li dijî Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê, li Dadgeha îdarî ya 5emîn a Enqereyê jî serlêdan hatibû kirin lê belê ev serlêdan jî hatibû redkirin.
Piştî bidawîbûna pêvajoya hiqûqî ya li dadgehên resenî, Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd û xizmên 46 hevrêyên Şêx Seîd serî li Dadgeha Destûrê dan.
Rêveberên Baroya Amedê û Komeleya Şêx Seîd, di daxuyaniya hevpar a ku bi mebesta serlêdana Dadgeha Destûrê dan de ragihandin ku wê di hewlên xwe yên yasayî yên têkildarî eşkerekirina gorên Şêx Seîd û hevrêyên wî de berdewam bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin