Dadgeha Enqerê doza eskerekirina cihê gora Sêx Seîd red kir

22 June 2023 17:26 0 dîtin
Dadgeha Enqerê doza eskerekirina cihê gora Sêx Seîd red kir

PeyamaKurrd - Dadgeha Îdarî ya 5emîn a Enqereyê, bi sedema ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê gotiye, li ser cihê gora Şêx Seîd belgeyên arşîvê tune ne, biryar da ku doza eşkerekirina gora Şêx Seîd û 46 hevalên were redkirin.

Dadgehê beriya niha serlêdana dozê qebûl kiribû û ji Wezareta Navxwe xwestibû kopyayên erêkirî yên hemû belge û zanyariyên derbarê cihê gora Şêx Seîd de ji dadgehê re bêne şandin.

Li gorî biryara dadgehê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji dadgehê re ragihandiye ku derbarê cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî de ti belge di destê wan de nînin û ji ber vê jî doz red kiriye.

Baroya Diyarbekirê li ser biryara Dadgeha Îdarî ya 5emîn a Enqereyê destnîşan kir ku bêyî lêkolîna pêwîst bike dadgehê doz red kiriye û ragihand:

 “Di doza ku me ligel Komeleya Şêx Seîd û endamên malbata wî, derbarê Wezareta Navxwe de ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Dadgeha Îdarî ya 5emîn a Enqereyê vekiribû, biryar hat dayîn. Dadgehê li ser îfadeya Wezareta Navxwe ya `di tomarên arşîvê de agahî û belgeyên wiha nînin` bêyî ku lêkolînên pêwîst bike biryar da ku dozê red bike. Em ê li Dadgeha Îstinafê îtiraz bikin û pêvajoya hiqûqî berdewam bikin.”

Baroya Diyarbekir, Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd û wasiyê Şêx Seîd Kasim Firat, ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî 15ê Sibata 2022yan serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dabûn. Piştî ku wezaretê bersiva nedabû jî 15ê Nîsana 2022yan serî li Dadgeha Îdarî ya 5emîn Enqerê dabûn.