Dadgeha îstinafê jî doza eskerekirina cihê gora Sêx Seîd red kir, Kasim Firat bertek nîsan da...
PeyamaKurd – Piştî ku Dadgeha 5emîn a Îdareyê ya Enqereyê doza bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî red kiribû û şandibû ber Dadgeha Îstînafê, wê dadgehê jî biryara redkirinê pesend kir. Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat bertek nîşanî biryarê de û got, ew dê bi awayekî şexsî serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî bide.
Baroya Diyarbekir, Komeleya Pewerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên di sala 1925an de hatin îdamkirin, doz li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê vekiribûn.
Di dozê de Wezareta Navxwe îdia kiribû ku ligel wan belge û agahî tune ne û ew ne aliyekî bûyerê ne. 5emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê jî doz red kiribû. Li ser vê biryarê ji bo xerakirina biryarê serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Enqereyê hatibû dayîn.
Piştî ku doz ji aliyê dadgeha herêmê ve jî hate redkirin, dadgeha îstinafê jî ew biryara redkirinê pesend kir.
Nevîyê Şêx Seîd Kasim Firat ragihand ku ew niha amadekariyan dike bi awayeke şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) jî bide.
Firat got ku ew li benda encameke wiha bûn û diyar kir: “Navê Şêx Seîd jî hat îstîsmarkirin. Li aliyekî Wezareta Navxwe daxwaza redkirina dozê dike, li hêla din jî qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin navê Şex Seîd li bûlwarekê dike. Ev îstîsmar e. Beriya hilbijartinê dê biçî navê Şêx Seîd li bûlwarekê bikî. Gelo dê ji vê re bibêjin çi? Dewleteke ucube ya nakokiyên wê hene. komar, li ser bingeha înkar û tunekirinê hatiye avakirin. Bi ser re 100 sal derbas bûne. Dê 46 kesan bi biryara dadgeheke neadil bidarve bikî û piştre jî bibêjî; ‘di destê min de agahî nînin, cihê wan nizanim. Em ji vê berpirsyar nînin. Haya me jê tune ye.’ Em ji van gotinan qet bawer nakin. Ev, fermaneke.”
Kasim Firat da zanîn: “Hem li hundir hem jî li derve ji bo serweriya xwe mijara kurdan bi kar tînin. Ev rewş ji bo kurdan encamên bitendurist nayîne. Dê rewşên têkildarî kurdan weke amûreke siyasî bi kar bînin. Nebawerim biryareke bitendurist were dayîn. Ji ber ku biryara Dadgeha Îstînafê teqez e, rêya îtîraza li Dadgeha Bilind hate girtin. Lê weke serlêdana şexsî em ê serî li AYMê bidin. Ne bawerim encamek jê derkeve. Heke AYM jî biryareke neyînî bide, em ê serî li dadgehên navneteweyî bidin. Heke ew jî nebû em ê bi rêbazên xwe xwedî li cihên cenazeyên xwe derkevin. Ew, rûmeta me ne. Em ê heta dawiyê biçin û encamekê bi dest bixin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin