Dadgeha Tirk wê di 15 rojan de biryara doza eskerekirina cihê gora Sêx Seîd bide

25 April 2023 19:45 0 dîtin
Dadgeha Tirk wê di 15 rojan de biryara doza eskerekirina cihê gora Sêx Seîd bide

PeyamaKurd – Li ser doza Komeleya Şêx Seîd û Baroya Diyarbekirê, Dadgeha 5emîn a Îdarî ya Enqereyê yekem danişîna xwe îro 25ê Nîsanê li dar xist.

Baroya Diyarbekir, Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd û wasiyê Şêx Seîd Kasim Firat, ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî ku sala 1925an hatibûn darvekirin, 15ê Sibata 2022yan serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dabûn. Piştî ku wezaretê bersiva serlêdanê neda jî 15ê Nîsana 2022yan serî li 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê dabûn. 

Dadgeha 5emîn a Îdarî ya Enqerê di yekem danişîna ku îro 25ê Nîsanê li dar xist de, ragihand ku ew dê di nav 15 rojan de li ser eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî biryara xwe bidin.

Li ser biryara dadgehê Neviyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd Kasim Firat ji medyayê re da xuyakirin ku doz erênî bûye û eger zexta siyasî nebe ew li bendê ne dadgeh biryareke baş bide.

Kasim Firat da zanîn: “Min ji dadgehê re got `Rêveberiya Îttihat Terakkiyê Şêx Ebdusselam Barzanî û gelek Kurd darvekirin, lê cihê gora wan diyar e. Komara Tirkiyê Kurdan înkar dike û darve dike û cihê gorên wan jî ne diyar e. Ev şerm e, ji bo komarê.`"

Kasim Firat herwiha got ku dadgehê gotiye di navbera 15 rojan de dê biryara xwe eşkere bikin, lê dibe ku hê zûtir jî biryarê bidin.