Dadgeha Enqerê beraet da hemû bersûcên doza JÎTEMê

13 December 2019 15:22 0 dîtin
Dadgeha Enqerê beraet da hemû bersûcên doza JÎTEMê

PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê di danişîna doza JÎTEMê ku 19 kes di salên 1993-1996an de hatibûn windakirin û kuşitin de, biryara beraetê ji bo bersûcên wê dozê da.

Di danişîna dadgehê ya ku îro birêve çû de, dozger ji dadger daxwaze beraeta wan kesan xwest û heyeta dadgehê jî ji bo bersûcên doza JÎTEMê ya Eneqerê biryara beraetê derxist.

Di danişînê de parêzerên xizmên windayan û bersûcan amade bûn. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û xizmên windayan û gelek kesan doz şopand. 

Dadgehê di biryara xwe de xwest ku dosyeya Mahmut Yildirim (bi nasnavê Yeşîl) ku di bûyerên salên 90î yên failê meçhûl de navê wî derbas dibe were cudakirin û herwiha ji bo bersûcên din ên rayedarên wê demê yên dewletê jî biryara beraetê hat derxistin.

Xizmên windayên salên 90î ku li dadgehê amade bûn, bertek nîşanî biryarê dan û dane xuyakirin ku wan dizanî tiştek naguhere û edalet nayê bicihanîn, lê ew hemû bersûc ji wan cîneyetan berpirsiyar in û di wijdanan de mehkûm bûne.