Hemû bersûcên doza JÎTEMê ya Kerboranê beraet kirin

04 July 2022 17:07 0 dîtin
Hemû bersûcên doza JÎTEMê ya Kerboranê beraet kirin

PeyamaKurd - Dadgehê li ser bûyerên 29ê Cotmeha sala 1995an û 8ê Adara 1996an ên li navçeya Kerboran a Mêrdînê ku ji aliyê JÎTEMê ve 3 ji wan zarok 7 sivîl hatibûn kuştin, şewitandin û di çalan de hatibûn veşartin, biryara beraetê ji bo hemû bersûcan da.

Dagdeha Cezayên Giran a Semsûrê ya Yekemîn di rûniştina 26emîn a doza JÎTEMê de, îro 4ê Tîrmehê biryara xwe eşkere kir.

Di doza ku Fermandarê Tabûra Komandayên Cendermeyan a Mêrdîn Hurşît Îmren, Fermandarê Cendermeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendermeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî tê de, bi giştî 18 kes bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin de biryar hate dayîn. 

Heyeta dadgehê bi hinceta ku delîlên piştrastkirî nîn in û têkiliya bersûcan bi wan bûyeran nehatiye tespîtkirin biryara beraetê ji bo hemû bersûcan da. 

 Parêzeran bertek ji biryara dadgehê re nîşan dan û gotin, “Dadgehê rastî veşartin û bersûc parastin. Em li dadgeha îstinafê îtirazê bikin. Em ê dosyeyê bişînin îstinafê."