Doza JÎTEMê ya Mûsa Anter û Ayten Ozturkê ji ber “demborînê” hat betalkirin

27 January 2025 14:55 0 dîtin
Doza JÎTEMê ya Mûsa Anter û Ayten Ozturkê ji ber “demborînê” hat betalkirin

PeyamaKurd – Piştî 30 salan, “Doza Sereke ya JÎTEMê” ku bi qetilkirina rojnameger, rewşenbîrê kurd Mûsa Anter û Ayten Ozturkê re têkildar bû, bi hinceta demborîna 30 salan hate betalkirin. 

Îdianameya vê dozê di 1999an de hatibû amadekirin û li dor 11 bersûcan bû, paşê di 2005an de 5 bersûcên din jî lê zêde bûn û di 2010an de bû yek dosya. 

Danişîna dawî îro li Enqereyê çêbû û doz hate betalkirin.