Rûnistina doza rewsenbîrê Kurd Mûsa Anter îro birêve diçe

15 September 2022 10:57 0 dîtin
Rûnistina doza rewsenbîrê Kurd Mûsa Anter îro birêve diçe

PeyamaKurd – Doza nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku berî 30 salan li Diyarbekirê ji aliyê hin hêzên kûr ve hatibû kuştin, beriya ku 30 sal bi ser de derbas bibin îro li Enqere birêve diçe.

Li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê, 36emîn rûniştina doza sereke ya JÎTEMê îro tê kirin ku ew doz dosyeya kuştina Mûsa Anter jî li xwe digire.

Herwiha heta niha nayê zanîn ku dadgeh di rûniştina îro ya dozê de wê çi biryarê bide, lê metirsiya wê yekê heye ji ber ku 30 sal ji ser bûyerê re derbas dibin, ew doz bê girtin.

Mûsa Anter roja 20 Îlona 1992 li Taxa Seyrantepe ya Diyarbekirê di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin û 30 sal in ew doz li dadgehên Tirkiyê tê dîtin, lê heta niha kujerên wî ji aliyê Tirkiyê ve nehatine eşkerekirin û cezakirin.