Keça Mûsa Anter bertek ji biryara doza JÎTEMê re nîsan da: Nalet be!..

15 December 2019 15:01 0 dîtin
 Keça Mûsa Anter bertek ji biryara doza JÎTEMê re nîsan da: Nalet be!..

PeyamaKurd – Keça Mûsa Anter, Rahşan Anter li ser biryara dadgeha Enqerê ku beraet dabû hemû gumandabarên kuştin û revandinên salên 1990an ên doza JÎTEMê axivî û got: “Nalet lê bê. Ez bêjim çi. Ev êş û têkoşîneke naqede ye. Min heta temenê 70 salî ev lêgerîna edeletê berdewam kir. Wê ji vir û şûnde jî bidome.” 

Di daneşîna biryara doza JÎTEMê de ku du roj berê biryara demoboriyê hatibû dayîn Mehmet Agarê wezîrê navxwe yê salên 90î jî tê de hemû gumanbar hatibûn beraetkirin de, dadgehî îdia kiribû ku delîl di dosyayê de tune ne û tevî biryara demboriyê beraet dabû bersûcan.

Keça nivîskar û rewşenbîrê kurd Musa Anter, Rahşan Anter ku bixwe jî tevlî rûniştina dadgehê bûbû bertek nîşanî biryara beraetê da û wiha axivî:

“Tevî me dizanibû ku wê encamek wisa derkeve jî dîsa hêviya me hebû. Lanet lê bê. Ez çi bêjim. Êş û têkoşîneke bidawî nabe heye. Ji bo kesên sûcdar bidin beratkirin her tişt kirin. Di çavên gel de hatin cezakirin. Hêvîdarim her kes rojekê wê şiyar bibe.”

Anter, da zanîn ku wê doz biçe ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û diyar kir: “Di dawiyê de wê Tirkiye mehkum bibe. Dê mirov serî li DMME’yê bidin. Di doza bavê min de Tirkiye hat mehkumkirin. 28 hezar avro ceza dan Tirkiyeyê. DMME jî qerfên xwe bi me dike. Divê cezayên mezin bên dayîn. Li gorî min DMME ne hêvî ye.”