Lawê Apê Mûsa Anter Anter di salvegera kustina bavê xwe de koça dawî kir
PeyamaKurd - Lawê rewşenbîr, nivîskar û rojnameger Mûsa Anter ango bi navê xwe yê navdar Apê Mûsa, Anter Anterê çû ser dilovaniya xwe.
Hate ragihandin ku Anter Anter di serşoka mala xwe ya li gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mirî hatiye dîtin.
Piştî ku Anter Anter li serşoka mala xwe bê bizav tê dîtin cendirme û tîmên tenduristiyê çûne mala wî û piştî lêkolînê tîmên tenduristiyê diyar kirine ku wî canê xwe ji dest daye.
Tîman termê Anter Anter ji bo otopsiyê rakiriye Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Di salvegera qetilkirina bavê xwe de koç kir
Apê Mûsa 32 sal berê, rojeke weke îro ji hêla JÎTEMê ve li Amedê hatibû qetilkirin.
Hatibû plankirin ku îro êvarê, li ser gora Apê Mûsa ya li gundê Sitîlîlê merasîmeke bîranÎnê bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin