Doza kustina Mûsa Anter berî ku demborî bibe bi sê mehan hat pasxistin
PeyamaKurd - Doza nivîskar û rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku berî 30 salan li Diyarbekirê ji aliyê hin hêzên kûr ve hatibû kuştin, beriya ku 30 sal bi ser de derbas bibin careke din hat paşxistin.
Rûniştina doza Mûsa Anter îro 20ê Hezîrana 2022yan li Dadgeha 6emîn a Cezayên Giran a Enqerê birêve çû û dadgehê danişîna bê ya dozê ji bo 15ê Îlona 2022yan bipaş xist.
Li gorî yasayên Tirkiyê dema 30 sal bi ser dozekê de derbas bibe ew doz dikeve û êdî nabe kesek were cezakirin. Li gorî biryara paşxistinê tenê 3 meh mane 30 sal di ser dozê re derbas bibin ew jî 20yê Îlonê ye ku heger di danişîna 15ê îlonê de ti kesek neyê cezakirin doz bi awayê otomatîkî dikeve.
Parêzerên Anter ji dadgehê xwestibûn ku bihûrîna demê ji rojevê bê derxistin lê dadgehê ew daxwaz red kiribû. Heyeta dadgehê biryar dabû ku ji bo xweparastina Abdulkadir Aygan nivîsek ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê re bê nivîsandin û ji bo mirina berguman Cemil Işik li benda bersiva Wezareta Dadê bimînin.
Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter, 20ê Îlona 1992yan li Taxa Seyrantepe ya Diyarbekirê li kuçeya 442yan, ji aliyê hin kesan ve hatibû kuştin ku tê gotin, ew endamên JÎTEM a dewleta Tirkiyê bûne

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin