Dosya doza kustina Musa Anter ji ber wext di ser de derbas bû ket
PeyamaKurd – Di sala 1992an de nîvîskar û siyasetmerdarê Kurd Musa Anter ku ji aliyê JİTEM ê de hatibû kuştin û kurxatiyê wî ku niha endamê navenda rêvebiriya AKP ye, Orhan Miroğlu birîndar bûbû. Di nav dosya dadgehê ya Musa Anter de 18 gumanbar hene ku yek ji wan kesê bi navê kod ‘Yeşil’ heye û bi temamî 18 kesin, celsa dawiyê ya dadgehê li Ankara hat kirin. Dosya bi sedema ku zeman di ser re derbas bûye ji rojevê ket. Di celsê de gumanbar tevlî celsê nebûn lê parêzerên her dû terefan, hevserokê HDP ê Mithat Sancar û hinek parlementer di salona dadgehê de amadebûn.
Parêzerên terefê gumanbaran xwestin ku dosya ji rojevê bi temamî bikeve lê terefê din ragihandin ku ji ber sûc sûcekî miroviye, ji derveyê wext de bigrin.
Dozger jî weka parêzerên gumanbaran axifî û xwest ku dosya ji rojevê bikeve lê dosya ku ji Diyarbekirê şandine Ankara û bi dosya Anter re bûye yek û di nav dosya de gumanbarê bi navê ‘Yeşil’ kod Mahmut Yıldırım heye, ji dosyayê bê veqetandin.
Dadgeh biryara xwe weka dozger xwest da û bi sedema di ser dosyayê de wext derbas bûye ji rojevê xist. Ji ber wê, dosya JİTEM ê ya dadgeha Diyarbekirê ya ku tê de 16 gumanbar hene veqetand.
Hevserokê giştî yê HDP ê Mithat Sancar piştî biryarê li ber edliyê daxwuyaniya çapemeniyê da û got ku biryar li dijî hûqûqê ye lê ji bo wan ne surprîze.
Di dosya Musa Anter de kesê bi navê Mahmut Yıldırım bi navê wî yê kod ‘Yeşil’ heye ku kuştina kesên siyasî li ser navê JİTEM ê dikir û navê Abdulkadir Aygan heye ku di gelek bûyeran de navê wî derbas dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin