Ji Rêber Ehmed biryara Dadgeha Federal: Me hemû hêsankarî kirin

29 February 2024 17:34 0 dîtin
Ji Rêber Ehmed biryara Dadgeha Federal: Me hemû hêsankarî kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de agaha dan û Herêma Kurdistanê hemû hêsankarî kirine û ew li bendê ne bê wê li ser biryara Dadgeha Federal çi danûstandin bi gelê Kurdistanê re bê kirin.

Rêber Ehmed di civîna rojnamevanî de got: “Em ê hemû hevkariyê ligel Dîwana Çavdêriya Federal bikin, berê jî gelek caran hatine û Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî hêsankarî ji bo wan kiriye, ti tiştek nemaye ew daxwaz bikin. Eger her hûrgiliyek jî hebe wê demê dê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê ligel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê alîkariyê bike.”

Wezîrê Navxwe diyar kir: “Niha zû ye li ser wan mijaran bê axaftin, hîn hemû xelk bi dirustî tênegihîştiye biryara Dadgeha Federal çawa ye û çawa dê danûstan li gel bê kirin. Pêwîstî bi wê yekê heye ku Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistan û Iraqê gotûbêjê bikin û bigihin hevtêgihiştinê û tevdîrên dirust ku li gel destûrê bigunce û hem jî li gel yasayan û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan bên girtin ku herêmeke destûrî û yasayî ye û bi xwîna gelê Kurdistanê ava bûye.”

Rêber Ehmed li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî got: “Hilbijartin pêngaveke destpêkê ya ji bo demokrasî û xistinakar a saziyên hikûmetê ye. Civînên hevbeş hebûne di navbera Komîsyona Hilbijartinên Iraqê û saziyên Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê de. Em mijûlî gotûbêjan in, ji bo roj bên diyar kirin, lê niha hîn ti tiştek nehatiye diyar kirin.”