Dadgeha Federal doza li dijî PDK û Rêber Ehmed red kir

24 March 2022 15:32 0 dîtin
Dadgeha Federal doza li dijî PDK û Rêber Ehmed red kir

PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Iraqê, di rûniştina xwe ya îro 24ê Adarê de, doz û serlêdana Parlamentera Iraqî Aliye Nuseyfî ya li dijî namzedê serokomarê Iraqê yê PDKê Rêber Ehmed red kir.

Parlamenterê PDKê yê Iraqê Şêrwan Dûberdanî ragihand ku Dadgeha Federal serlêdana dijî Rêber  Ehmed û PDKê red kir ku ji aliyê Aliye Nuseyfî ve hatibû kirin.

Dûberdanî daye zanîn, li gor biryara dawiyê ya dadgehê Rêber Ehmed û her namzedekî din ê PDKê dikarin her peywirekê di hikûmeta federal de werbigirin.

Parlamentera fraksiyona Dewleta Yasa Aliya Nuseyfî, bi hincetên ku PDK partiyeke cudaxwaz e doz vekiribû ku ti peywirek di hikûmeta federal de jê re neyê dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 26ê Adarê Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû dicive û yek ji namzedê herî bihêz jî namzedê PDKê Rêber Ehmed e ku Hevpeymaniya Rizgariya Netewî piştevaniya wî dike.