'Yên ku niha Dadgeha Federalî birêve dibin qet baweriya wan bi destûrê nîne’

14 March 2024 17:34 0 dîtin
'Yên ku niha Dadgeha Federalî birêve dibin qet baweriya wan bi destûrê nîne’

PeyamaKurd - Biryarderê berê yê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlametoya Iraqê Dr. Nasir Harkî got ku dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser bingeheke nedestûrî hatiye avakirin û yên ku niha Dadgeha Federalî birêve dibin jî qet baweriya wan bi yasa û destûrê nîne.

Dr. Nasir Harkî ji K24ê re daye xuyakirin: “Dadgeha Bilind a Federalî li ser bingeheke nedestûrî hatiye damezrandin. Eger di paşerojê de dadgeheke niştimanî li Iraqê were avakirin ku baweriya wê bi destûr, demokrasî û jiyana hevbeş hebe, dê hemû biryarên wê hilweşîne.”

Harkî daye zanîn: “Yên ku niha Dadgeha Federalî birêve dibin, xwedî biryar in û qet baweriya bi yasa û destûrê nîne. Dadgeha Federal ne tenê pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de çareser nekir, herwiha di navbera her du aliyan de pirsgirêkên nû jî derxistin.”

Dr. Nasir Harkî dibêje: “Biryarên Dadgeha Federalî ne serbixwe ne û bi fermana hinek aliyên derve ne. Piraniya biryaran li dijî qewareya Herêma Kurdistanê ne û armanca wan a sereke jî, lawazkirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha Harkî diyar kir: “Niyaza desthilatdarên niha yên Iraqê li ser bingeheke demokrat, perlemanî, pêkvejiyana neteweyan û hevpariyê nîne. Niyaza wan ew e çawa xwe bi ser hemû pêkhateyên Iraqê de ferz bikin.”

Hêjayî gotinê ye, sala 2005an ku Iraq di qonaxa veguhertina desthiladariyê de bû, Dadgeha Federalî bi biryareke wezarî berî nivîsîna destûra nû ya Iraqa federalî hatiye avakirin û li gor madeya 92ê ya destûrî, ew dadgeh hêj neketiye nav bazinê destûra dewleta federalî. Ji wê bonê jî gelek biryarên dadgeha bilind li dijî sîstema federaliyê û statuya Herêma Kurdistanê hatine dayîn.