CHP: AK Partî û MHP li pist deriyên girtî pêvajoyekê bi Ocalan re birêve dibin
PeyamaKurd - Serokwekîlê Koma CHPê di parlamentoya Tirkiyê de, Gokhan Gunaydin li ser serdana Îmraliyê ya DEM Partiyê û danûstandinên bi Abdullah Ocalan re diyar kir ku wan di daxuyaniya hevdîtina Ocalan de tiştekî berçav û şênber nedîtiye.
Gunaydin got ku AK Partî û MHP ligel Ocalan li pişt deriyên girtî pêvajoyekê birêve dibin lê di vê mijarê de ti agahiyeke wan û parlamentoyê tune ye.
Rayedarê li ser mijarê ev daxuyanî da: “Ev kar ne tenê bi Buldan û Onder re sînordar e. Diyar e beriya wê jî rayedarên dewletê bi Ocalan re hevdîtin kirine. Li wê derê xwarinek hatiye çêkirin. Lê em nizanin ev çiye? Em dê ji vê daxuyaniyê çi fêm bikin? Tiştekî em li ser şîrove bikin nîne. Li pişt deriyên girtî AK Partî û MHPyê bi Ocalan re pêvajoyekê birêve dibin. Em bêjin ku di vê mijarê de zanyariyeke parlamentoyê jî nîne. Wekî mixalefet em jî nizanin.”
Hêjayî gotinê ye, Parlamenterên DEM Partiyê Pervin Buldan û Sirri Sureyya Onder 28ê Kanûnê serdana Îmraliyê kiribûn û piştre jî daxuyaniyeke ji peyamên Ocalan pêk tê belav kiribûn ku Ocalan pêşwazî li hewlên Devlet Bahçelî û Erdogan kiribû. Herwiha Abdullah Ocalan gotibû, ew dikare erka xwe ya pêwîst bicih werîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin