DEM Partî pistî daxuyaniyên ‘Bahçelî’ serdana Demirtas dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku sibe parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan li girtîgeha Edirneyê serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş dike.
DEM Partiyê jî ragihandiye ku 17ê Cotmehê hevserokên Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari jî diçin serdana Demîrtaş ku bi hinceta doza Kobaniyê 42 sal ceza li ser hatiye sepandin.
Hêjayî gotinê ye, piştî silava parlamenê ya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û daxuyaniyên nermbûnê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê keşeke nû peyde bûye ku nîqaşên pêvajoyeke nû ya çareseriyê ketine rojevê.
Herî dawî jî Devlet Bahçelî, îro bang li Abdullah Ocalan kir ku tesfîyekirina rêxistina PKKê bi awayê yekalî ragihîne û herwiha ji bo normalbûnê ango aştiyê daxwaza teslîmbûna bi çekên xwe ve li çekdarên PKKê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin