Hikûmeta Kurdistanê bersiv da nameya Dadgeha Federalî: Gaveke bas û dadperwerane ye
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi êrênî pêşwazî li nameya Serokê Dadgeha Federalî ya derbarê pejirandina lîsteya bankên projeya ‘Hejmara Min’ de kir.
Hikûmeta Kurdistanî îro 2yê Tîrmehê ragihand, ew nameya Serokê Dadgeha Federalî gaveke baş û dadperwerane ye û rê dide karmendan ku bankên xwe hilbijêrin.
Hate diyarkirin, karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî weke hemû karmendên navçeyên din ên Iraqê, azad in ku mûçeyên xwe di çarçoveya bankên beşdar di vê proseyê de, li her bankeke taybet yan giştî de ku bixwazin, bidest bixin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev biryara Dadgeha Federalî gaveke baş û dadperwerane ye û karmendan azad dike ku bankayên xwe hilbijêrin."
Hate bibîrxistin, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî rênimayên Banka Navendî ya Iraqê li ser karê xwe berdewam dibe û bankên beşdar di projeya (Hejmara Min) de jî divê li gor wan rênimayan proseyê berdewam bikin, bi awayekî ku hemû mûçewergirên Herêmê heta dawiya vê salê di vê pêvajoyê de bên qeydkirin.
Serokê Dadgeha Federalî Casim Mihemed Ebûd 1ê Tîrmehê nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand û bal kişand ser ku bi biryara Dadgeha Federalî, proseya bankîkirina hemû bankên hikûmî û hemû bankên ku ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve hatine pesendkirin, li xwe digire.
Di nameya Dadgeha Federalî de lîsteya pêvekirî ya 66 bankên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê kar dikin pejirand ku di nav wan de yên beşdarî proseyê bûne (Hejmara Min) hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin