Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê bersiva daxuyaniyeke Seroka Parlamentoyê da...
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil, îro Yekşemê, bersiva daxuyaniyên Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq yên roja Şemiyê da ku gotibû, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze destwerdanê li Yasaya Mafê bidestxistina zanyariyan bike.
Cotyar Adil, di bersiva bo Seroka Parlamentoyê de got: “Birêz Seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq di civîna duh li gel rêxistinên civaka sivîl ên Silêmaniyê û Helebcê de amaje bi wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze destwerdanê li ‘Yasaya Mafê bidestxistina zanyariyan’ bike. Em ji vê dere radigihînin ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti daxwazekî wê ya wisa tine û ti daxwazekî wisa ya ji bo nûjenkirina wê yasayê jî tine û ji Parlamentoya Kurdistanê re jî neşandiye.”
Di dewama daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê de hat diyarkirin: “Derbarê derxistina rênmayiyên yasaya mafê bidestxistina zanyariyan de jî, Serokwezîr roja 22yê Hezîran a 2022yan bi biryara bi hejmara 157ê û li xala sêyem de Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran, Fermangeha Medya û zanyariyan û Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan erkdar kiriye ku reşnivîseke rênmayiyên asankariya bicihanîna yasaya mafê destxistina zanyariyan li Herêma Kurdistanê amade bikin. Em ji vê derê spasiya Seroka Parlamentoya Kurdistanê dikin ku piştî 2 meh û nîvan biryara Serokê Encûmena Wezîran re piştevaniya xwe nîşan daye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqez dike ku dê pêbend be bi şefafiyeta belavkirina zanyariyan û bi kiryar jî ew yek bicih aniye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin