Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê: Em bêyî pistgirêdana Bexdayê mûçeyan dabîn dikin

13 September 2022 20:05 0 dîtin
Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê: Em bêyî pistgirêdana Bexdayê mûçeyan dabîn dikin

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ragihand ku yekem car e tenê bi piştgirêdana dahata Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bê temayûlên hikûmeta Iraqê mûçe hatiye dabeş kirin.

Cotyar Adil di civîneke rojnamevanî de got: “Dahat û xercên nefta Herêma Kurdistanê bi rêya kompaniya Deloitte bi hemû hûrgiliyan ve li ser malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê belavkirin û armanc jî raya giştî agahdarê hikûmeta xwe bin e.”

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir, hemû karên hikûmetê bi awayekî şefaf hatine eşkere kirin û di salvegera sêyem a kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hemû wezîr û serokê fermangeh û desteyan data û xercên projeyên xwe ji bo hemwelatiyan eşkere kirine.

Herwiha Adil da zanîn, tevî ku dorpêçên aborî li ser Herêma Kurdistanê hene jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê karîye bi rêya çend çavkaniyan mûçeyên hemwelatiyên fermanber û mûçexwaran dabîn bike û gelek projeyên stratejîk jî bicih bike û di vê kabîneyê de yekem car e tenê bi piştgirêdana dahata Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bê temayûlên hikûmeta Iraqê mûçe hatiye dabeş kirin.