Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê guherî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku parlamenterê berê yê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Pêşewa Hewramî wek berdevkê nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.
Herwiha Berdevkê hikûmetê Cotyar Adil jî bû Serokê Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Cotyar Adil îro 5ê Tîrmehê di civîneke rojnamevanî de ragihand, Pêşewa Hewramî bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wek Berdevkê nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kar dike.
Adil got, ew jî dê wek Serokê Fermangeha Medya û Zanyariyan dest bi kar bike. Cotyar Adil da xuyakirin ku ew ê wek yek tîmekê ligel berdevkê nû yê hikûmetê kar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin