Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek bo sala nû belav kir

01 January 2021 10:30 0 dîtin
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek bo sala nû belav kir

PeyamaKurd – Bi peyamekê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil, sala nû pîroz kir û diyar kir,  Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tu bahane nehiştiye ku Hikûmeta Federal a Iraqê beşa budçeya Herêma Kurdistanê neşîne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil, do peyameke pîrozbahiyê bo hatina sala 20201ê belav kir û tê de da zanîn, ew hêvîdar in di sala nû de, aştî û aramî zêdetir bo welat bi cî bibe û dawî li qeyranan were.

Dr. Cotiyar Adil herwiha destnîşan kiriye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe daye bo çareserkirina qeyranan û pêşxistina proseya çaksazî û xizmetkirinê ji bo hemwelatiyan di hemû warên jiyanê de û hîç bahaneyek nehiştiye ji bo neşandina beşa budçeya Herêma Kurdistanê.