Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke bilez ragihand

22 February 2020 10:45 0 dîtin
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke bilez ragihand

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê dike, ku li ser raspartiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tevahiya damûdezgehên pêwendîdar raspartin e, ji bo bidûvçûn û lêkolînê li ser keysa zaroka 7 salî ya Hewlêrê, ku di meha Nîsan a 2019an de rûda bû.

Peywendî bi bavê keçê re hatiye kirin

Herwiha  aliyên pêwendîdar rêkarên yasayî beramber vê dosyayê û tometbaran girtin e û ew 5 tometbar jî, ku beriya niha bi kefalet hatibûn azadkirin, careke din girtin e. Bi ti şêweyekî çav ji tometbarên vê tawanê re, nagrin. Herwiha peywendî bi bavê keçê re hatiye kirin û piştrast kirin e, ku bi ti şêweyekî nayê qebûl kirin, kes gefê lê bike.

Tometbarên vê dosyayê di rêya yasayî de têne sizakirin

Di daxuyaniya Peyvdarê Hikûmetê de hatiye, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê,  ji bilî derbirîna hevxemiya xwe ligel malbata qurbaniyê, welatiyan piştrast dikin, ku tometbarên vê dosyayê di rêya yasayî de têne sizakirin û bi ti şêweyî, rê bi binpêkirina mafên welatiyan û têkdana aştiyê jî, nayê dan.