Iraq | Di karnameya hikûmeta Sûdanî de çend xalên girêdayî Herêma Kurdistanê...

27 October 2022 18:31 0 dîtin
Iraq | Di karnameya hikûmeta Sûdanî de çend xalên girêdayî Herêma Kurdistanê...

PeyamaKurd - Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro 27ê Cotmeha 2022yan karnameya hikûmeta xwe eşkere kir.

Di karnameya hikûmeta Sûdanî de çend mijarên li ser dosye û biryarên girêdayî Herêma Kurdistanê hene ku tê de hevahengiya navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê destnîşankirin.

Yasaya Petrol û Gazê di 6 mehan de amade dibe

Di beşeke karnameya hikûmeta Sûdanî de tê diyarkirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dê di nava 6 mehan de, projeyasaya petrol û gazê û bûdçeyê li gorî destûra Iraqê amade bikin.

Di karnameyê de hatiye gotin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dê bi piştevaniya hêzên siyasî yên ku li ser vê ajandayê li hev kirine, li ser mijarên petrol û bûdceyê gotûbêj bikin, heta derxistina yasaya petrol û gazê li gorî destûrê di heya şeş mehan de.

Ji bo çêkirina yasaya petrol û gazê di karnameya Sûdanî de hatiye gotin, komîteyeke taybet ji bo karûbarên yasayî, darayî û sotemeniyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve tê pêkanîn.

Li deverên madye 140 lijneyeke bilind tê avakirin

Yek ji xalên nav karnameyê, diyarkirin û xerckirina heqên darayî yên wan welatiyan e, ku biryarên Lijneya Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140 digrin û dubare pêkanîna lijneyeke bilind piştî mehekê ji pêkanîna hikûmetê.

Divê Heşda Şeibê ji nav bajaran derkeve

Li ser hêzên di nav bajaran de, di karnameya hikûmetê de hatiye diyarkirin, divê artêş, polîsê federal û Heşda Şeibî biçin derveyî bajaran û li şûna wan polîsê xwecihî û dezgehên ewlehiyê dosyeya ewlehiya nav bajaran bigrin destê xwe.

Hêza ewlehiya Kerkûkê divê ji xelkê wê pêk were

Li ser hêzên li nav bajarê Kerkûkê hene, di karnameya hikûmetê de hatiye diyarkirin, Fewca Hawarçûnê dê ji xelkê Kerkûkê were pêkanîn, da ku dosyeya ewlehiyê ya parêzgehê bigrin destê xwe, ji bo vê mebestê jî hemû pêwîstiyên wan ji wan re werin dabînkirin.

Hilbijartinên Kerkûkê

Dema hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di karnameya wezarî de hatiye behskirin û hatiye diyarkirin ku hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dê ligel hilbijartinên hemû parêzgehên din were kirin, li gor yasaya derçû ku dema wê di ser damezrandina hikûmetê re ji salekê zêdetir nebe.

Rêkeftina Şingalê û tijekirina valahiya ewlehiyê

Rêkeftina Şingalê yek ji wan mijaran e ku di karnameyê de hatiye behskirin, rêkeftina Şingalê di nav bernameya hikûmeta bê de bi cûreyekê cih bigre ku asayîş û aramî bo navçeya Şingalê were vegerandin.

Temamkirina rêkarên rêkeftina li ser tijekirina valahiya ewlehiyê ya navbera xeta berevanî ya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û hêzên Iraqê.

Dibistanên navçeyên Kurdistanê diçin ser Wezareta Perwerdeya Kurdistanê

Ji bo girêdana dibistanên Kurdî yên dikevin derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, di karnameyê de hatiye diyarkirin, ew dibistan hemû dê biçin ser Rêveberiya Giştî ya Xwendina Kurdî ya Wezareta Perwerde ya Iraqê û veguhestina xizmetguzariyên wan bo wê reveberiyê.

Divê baregehên hemû partiyên Kurdistanê bên valakirin û vegerin cihê xwe

Herwiha di karnameya hikûmetê de hatiye destnîşankirin, hemû partiyên Kurdistanî mafên wan ên çalakiya siyasî ya destûrî heye li Mûsil, Kerkûk, Diyala û Selahedîn, divê baregehên wan werin valakirin ku dest bi ser wan de hatine girtin.