Wê Hikûmeta Iraqê heta çend mehan karibe mûçeyên karmendan bide

17 April 2020 18:39 0 dîtin
Wê Hikûmeta Iraqê heta çend mehan karibe mûçeyên karmendan bide

PeyamaKurd - Cîgirê serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad ragihand, nirxa petrolê gelekî daketiye lê hikûmeta Iraqê dikare heta çend mehan mûçeyê karmendan bide.

Beşîr Hedad îro 17ê Nîsanê li Hewlêrê di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin ku nirxa petrolê gelekî daketiye, vê yekê jî ziyanek mezin gihandiye aboriya Iraqê.

Beşîr Hedad got, tevî kêmbûna bihayê petrolê jî hikûmet û banka navendî ya Iraqê dikarin heta çend mehên din jî mûçeyê karmendan bidin.

Hikûmeta Iraqê her meh 453 milyar dînar ji bo mûçeyê karmendan dide hikûmeta Herêma Kurdistanê.