Hikûmeta Iraqê biryar da: Heta Hezîranê hemû kampên koçberan têne girtin
PeyamaKurd – Di civîna Encûmena Wezîran a Iraqê de, biryar hatiye dayîn ku hemû kampên koçberan ên li Kurdistan û Iraqê heta dawiya meha Hezîranê werin girtin.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê da xuyakirin ku biryar di civîna 2yê Çileyê ya Encûmena Wezîran a Iraqê de hatiye wergirtin û dê heta 30yê Hezîranê hemû kampên koçberan bên girtin.
Hatiye diyarkirin ku wê ji bo bicihkirina vê biryarê lijneyek were amadekirin ku Herêma Kurdistanê tê de cih bigire.
Di biryarê de hatiye gotin ku divê pêdiviyên koçberên ku vegersı cihên xwe jî werin dabînkirin.
Herwiha hate ragihandin ku wê lijneyeke ku ji Wezareta Koç û Koçberan, Wezareta Perwedeyê, Wezareta Tenduristiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk were, karê girtina van kampan bişopîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin