Ji hikûmeta Iraqê biryara PKKê: ‘Rêxistina qedexekirî ye’

23 July 2024 16:29 0 dîtin
Ji hikûmeta Iraqê biryara PKKê: ‘Rêxistina qedexekirî ye’

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Encûmena Wezîran a Iraqê biryar li ser daye ku PKK li seranserê Iraqê wekî rêxistina qedexekirî ya neyasayî bê pênasekirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî nivîseke fermî ji wezaretan û dezgehên hikûmetê re şandiye û bi fermî daxwaz ji wezaret û dezgehên hikûmetê kir ku, di nivîsarên xwe yên fermî de PKKê wekî rêkxistineke qedexekirî bidin pêsanekirin.

Hate ragihandina ku li ser navê Serokwezîr Sûdanî roja 14.07.2024ê ji aliyê Birêveberê Giştî yê Fermangeha Karûbarên Kargêrî li Sekreteriya Giştî ya Civata Wezîrên Iraqê Felah Ebûdî ve ji bo nivîsîngehên her yek ji Serokê Civata Nûnerên Iraqê, cîgirên wî yên yekê û duyê, biryardêrên Civata Nûneran, Sekreterê Giştî yê Civata Nûneran, Cîgirê Sekreterê Giştî ji bo Karûbarên Kargerî, şêwirmendên Civata Nûneran, fermangehên girêdayî Sekreteriya Giştî ya Civata Nûneran û her sê pişkên hûrbînî, ewelehî û peymanan hatiye pêşkeşkirin.

Hêjayî gotinê ye, ev nivîsa Sûdanî piştî ku artêşa Tirkiyeyê di çend hefteyên borî de operasyonên xwe yên leşkerî li dijî PKKê li sînorê qezaya Amêdiyê zêde kirine hat. Di çend rojên borî de ji ber şer û aloziyên navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê hejmareke welatiyên sivîl bûne qurbanî û erdên gundiyan jî hatine şewitandin.