Medya Iraqê: Pistî biryara PKKê ya Iraqê wê Bafil Talebanî û YNK rastî cezayan bên

25 July 2024 17:29 0 dîtin
Medya Iraqê: Pistî biryara PKKê ya Iraqê wê Bafil Talebanî û YNK rastî cezayan bên

PeyamaKurd – Medya Iraqê radigihîne ku piştî biryara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya derbarê qedexekirina PKKê û wekî rêxistineke neyasayî pênasekirina wê, dibe ku Serokê YNKê Bafil Talebanî û partiya wî rûbirûyî berpirsiyariya yasayî û cezayî werin.

Televizyona Wan News a Iraqê ragihandiye, piştî Hikûmeta Sûdanî PKK wek komeke qedexekirî li gor yasayên Iraqê pênase kiriye, êdî ew kes aliyên ku hevpeymanîyan wan ligel PKKê heye û hevkariya wan dikin dê bikevin çarçoveya berpirsyartiya yasayî û cezayî û ji hemûyan zêdetir jî YNK û Serokê YNKê Bafil Talebanî li ber wê dikevin.

Li gorî nûçeyê: ‘’Pêwendiyeke YNKê ya bihêz a li derveyî siyasetê bi PKKê re heye, bi taybet jî alîkariya çekdarî jî dide PKKê.”

Malpera Gom a Lahur Cengî jî daye xuyakirin, şêwirmendê asayîşa niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî di serdana xwe ya dawî bo Silêmaniyê de, ji bo cara dawî agahdarî daye Bafil Talebanî û jê re gotiye ku belge ketine destê Mihemed Şiya Sûdanî ku Bafil û YNK bazirganiya çek û madeyên hişbir ligel PKKê dikin.

Hêjayî gotinê ye, derbarê îdiayan de hîn YNKê bi fermî daxuyaniyek nedaye û ew nûçeyên derbarê wan de jî red nekirine.