Erdogan û Sûdanî pistî îmzekirina Peymana Hevkariya Stratejîk daxuyanî dan: 'Em ji biryara PKKê kêfxwes in'

22 April 2024 17:37 0 dîtin
Erdogan û Sûdanî pistî îmzekirina Peymana Hevkariya Stratejîk daxuyanî dan: 'Em ji biryara PKKê kêfxwes in'

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê û Serokomarê Tirkiyeyê, îro 22yê Nîsanê li Bexdayê civiyşan. Piştî hevdîtina heyetên herdu aliyan Peymana Hevkariya Stratejîk a Çarçoveyî îmze kirin.

Peyman ji hevtêgihiştina çarqolî di navbera Iraq, Sûriye, Îmarat û Qeterê de pêk tê û girêdayî projeya rêya geşepêdanê ye.

Peymana hevtêgihîştinê ji aliyê Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Rezaq Mihêbis, ji aliyê Tirkiyeyê ve Wezîrê Veguhestin û Jêrxaneyê Abdulkadir Uraloglu, ji aliyê Qeterê ve Wezîrê Gihandinê Casim Seyf Selîtî û ji aliyê Îmaratê ve jî Wezîrê Enerjî û Jêrxaneyê Suhêl Mihemed Merzûqî îmze kirin.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Sûdanî piştî îmzekirina peymanê di civîneke rojnamevanî de axivîn.

Erdogan got, peymana hevkariya stratejîk a çarçoveyî nexşerêyeke bihêz vedihewîne û diyar kir, “Bi hatina Bexdayê kêfxweş im. Di serî Sûdanî û spasiya hemû birayên iraqê dikim. Iraq cîraneke me ya stratejîk e.”

Herwiha Erdogan bal kişand ser girebestên bazirganî yên bi Iraqê re hatine girêdan û li ser mijara têkoşîna terorê jî kêfxweşiya xwe ya bo biryara Iraqê ya xistina lîste rêxistinên qedexekirî ya PKKê anî ziman.

Erdogan got: “Em bi pênasekirina PKKê wek rêxistineke qedexe kêfxweş bûn. Jê piştrastim ku dê Iraqê wê bi fermî wek rêxistineke terorî ragihîne û dawî li hebûna wê ya nav erda xwe bîne.”

Sûdanî jî got, “Em ê destûrê nedin ti aliyek ji ser erda Iraqê êrîşî welatekî din bike. Ewlekariya Iraq û Tirkiyê yek e û nayê pareçekirin.”