Biden û Lapîd pistî îmzekirina peymana stratejîk daxuyanî dan

14 July 2022 19:35 0 dîtin
Biden û Lapîd pistî îmzekirina peymana stratejîk daxuyanî dan

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Lapîd piştî îmzekirina Peymana Şirîkatiya Hevbeş a Stratejîk derketin pêşberî medyayê.

Biden di civîna rojnamevanî de diyar kir ku ew dê ji bo aştiyeke mayînde di navbera Îsraîl û Filîstînê de xebatên xwe bidomînin û got, "Divê Îsraîl, wek dewleteke serbixwe, demokratîk û Cihû bimîne. Rêya herî baş ji bo vê jî ew e ku çareseriyeke aştiyane ya du dewletî ye.”

Herwiha Biden derbarê Îranê de anî ziman ku ew dê ti carî destûrê nedin bibe hêzeke nukleerî û wiha axivî: "Ez hîn jî di wê baweriyê de me ku dîplomasî ji bo gihîştina encamê rêya herî baş e. Em ê li dijî gefên Îranê ku piştevaniya bo rêxistinên terorîst ên wekî Hizbullahê û bernameya nukleerî li herêmê, bi Îsraîlê re di xebata xwe de berdewam bin.”

Lapid jî piştî Biden da xuyakirin ku dîplomasî li dijî xebatên Îranê yên nukleerî bi kêr nayê, lewra dixwazin tekane dewleta Cihû ya li dinyayê tune bikin û em qet destûra vê nadin.

Lapîd got ku rêya herî bi ewle li hember Îranê, danîna ser masê ya gefa leşkerî ye.