Serok Barzanî ji bo îmzekirina peymana petrola Kurdistanê sipasiya Sûdanî kir

05 April 2023 01:02 0 dîtin
Serok Barzanî ji bo îmzekirina peymana petrola Kurdistanê sipasiya Sûdanî kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema îmzekirina peymana petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, sipasiya serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî kir. Barzanî di rêya telefonê de bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî re axifî û peymanê ‘pêngavekî dîrokî’ nirxand.

Serok Barzanî, ji ber hewlên çareseriya pirsgirêkan dike û hem peymana petrolê îmze kiriye, sipasiya Sûdanî kir û ragihand ku heya îrada niyeta baş hebe, dê pirsgirêk karibin çareser bibin û çareseriya wan hêsane.

Serok Barzanî hêvî kir ku peymana hatiye îmzekirin, bibe deriyekî xêrê da pirsgirêkên ku heya niha yên di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de çareser nebûne, ji bo wan bibe mînak û serok Barzanî her weha ragihand ku di her hewlên çareserkirina pirsgirêkan de, wê ji bo serokwezîrê Iraqê  Sûdanî bibin destek.