Serok Barzanî serxwesî li Serokê Hevpeymana Fetih kir

05 September 2021 18:23 0 dîtin
Serok Barzanî serxwesî li Serokê Hevpeymana Fetih kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî serxweşî li Serokê Hevpeymaniya Fetih li Parlamentoya Iraqê Hadî Amirî kir.

Serok Mesûd Barzanî bi pêwendîyeke telefonî ya li gel serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî sersaxî dayê ku sê biraziyên wî di encama şewatekê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Serok Barzanî xemgînî û hevxemiya xwe gehande Amrî û hêvî ji xwedayê mezin kir ku ruhê wan hersê kesên jiyana xwe ji dest dane bixe ber dilovaniya xwe û sebr û aramiyê bide kesûkar û merivên wan.