Serok Barzanî serxwesî da malbata Serokê Hoza Koçerên Mîran
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, bi sedema koça dawî ya Îbrahîm Nayîf Paşa peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Malbata rêzdar Îbrahîm Nayif Paşa
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Îbrahîm Nayif Paşa Serok Hozê Koçerên Mîran gihîşt me.
Sersaxiyê li tevahiya malbat û xizim û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kak Îbrahîm bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin