Serok Barzanî serxwesî li malbata rewsenbîr û nivîskar Ebûbekir Caf kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser wefata nivîskar û rewşenbîr Ebûbekir Caf bi peyamekê serxweşî li malbat û hevalên wî kir.
Di peyama Serok Barzanî de hat gotin, “Min bi xemgîniyeke mezin ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîr Ebûbekir Caf bihîst. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê rehmetî bi bihişta xwe ya berîn şad bike. Ez sersaxiyê li malbata cenabê wî û heval û hogirên rehmetî Ebûbekir Caf û rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanê dikim, ez xwe hevbeşê xemgîniya wan dizanim."
Serok Barzanî herwiha got, "Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê rehmetî bi bihişta xwe ya berîn şad bike û sebr û aramî bide her kesî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin