Serokwezîr Barzanî serxwesî da malbata Hawta Esed
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser koça dawî ya hunermend Hawta Esed peyamek belav kir.
Hawta Esed ê ku hunermendekî navdar ê başûrî bû, ji ber nexweşînê koça dawî kiribû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bi rêya peyamê sersaxî li xizm û malbata hunermendê Kurd kir.
Hawta Esed di sala 1961ê de li Hewlêrê ji dayîk bûye û ji sala 1983yan bi vir ve xizmeta qada hunerî kiriye. Esed di jiyana xwe ya hunerî de bi dehan stranên Kurdî tomar kirine. Hawta Esed zewicandî û babê 4 zarokan bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin