Serokwezîr Barzanî serxwesî li malbata Pêsewa Qazî Mihemed kir

10 July 2022 14:48 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî serxwesî li malbata Pêsewa Qazî Mihemed kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser koça dawîa Elî Qazî, sersaxî li malbata Pêşewa Qazî Mihemed kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabinî ve, nûçeya koça dawî ya kak Elî Qazî, kurê şehîd pêşewa Qazî Mihemed gihîşt min. Pirse û sersaxiyê li malbata wî û niştimanperwer pêşewa Qazî dikin û hevxemê wan in. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştî şad bike û sebir û aramiyê bi hemûyan.”

Elî Qazî, kurê bi tenê yê Serokê Komara Kurdistanê li Mehabadê pêşewa Qazî Mihemed îro 10ê Tîrmeha 2022an li bajarê Bonê yê Almanyayê koça dawî kir.

Kurê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî koça dawî kir