Serokwezîr Barzanî serxwesî da malbata Pêsmergeyê Soresa Gulanê

19 January 2022 21:09 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî serxwesî da malbata Pêsmergeyê Soresa Gulanê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê Ebdulsetar Merûf Seîd peyameke sersaxiyê pêşkeşî kesûkar û malbata wî kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi xem û kovan ve, me nûçeya xatirxwestinê ya Xwedê jê razî Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê û xebatkarê bi wefa yê kurdayetiyê Ebdulsetar Merûf Seîd (Ebdulsetar Kurêmeyî) bihîst.

Em sersaxiyê li malbat û hemû dost û hevalên Xwedê jê razî dikin û em xwe hevxemê wan dizanin.

Em ji Xwedayê mezin daxwazkar in giyanê wî bi bihişta berîn şad bike û sebr û hedarê bide her kesî.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê