Mesrûr Barzanî serxwesî li malbata Pêsmergeyê têkoser û berpirsê Dezgehên Îlon û Gulanê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê arasteyî malbata berpirsê her du dezgehên Îlon û Gulanê Cemal Hemedemîn Seîd “Erîf Cemal” kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Pirse û sersaxiya xwe arasteyî malbat, kesûkar, hevalên Pêşmergeyê têkoşer, kesayetiya niştimanperwer û berpirsê her du dezgehên Îlon û Gulanê Cemal Hemedemîn Seîd “Erîf Cemal” dikim û hevbeşê xema wan im.”
Serokwezîr di peyama xwe de got: “Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û armiyê bide her aliyekî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin