Ji Mesrûr Barzanî peyama serxwesiyê bo malbata Pêsmergeyê dêrîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Sibatê ser wefata fermandarê dêrîn ê Pêşmerge Reşîd Sindî pêyameke serxweşiyê pêşkeşî malbata wî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Bi xemgînî û xemeke mezin, nûçeya koça dawî ya fermandar û têkoşerê me yê naskirî yê Kurdistanê xwedêjêrazî Reşîd Sindî gihîşte min. Em sersaxiyê ji malbata xwedêjêraz û xizmên wî re dixwazin, ji Xwedayên mezin daxwazkar in ku giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide xizm û hevrêyên wî.”
Fermandarê Pêşmerge Reşîd Sindî di her du şoreşên Îlon û Gulanê de cî girtibû. Sindî îro 12ê Sibatê li Zaxoyê di 93 saliya xwe de koça dawî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin