Ji Mesrûr Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata Tarik Ziya Ekincî
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser koça dawî ya siyasetvan û nivîskarê naskirî yê Kurd Dr. Tarik Ziya Ekincî peyameke serxweşiyê belav kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama ku îro Înê 16ê Tebaxê belav kiriye de dibêje: “Bi mixabinî ve min nûçeya koça dawiyê ya nivîser û siyasetvanê navdar û kesatiyê niştîmanperwer ê Kurd û endamê berê yê Perlemana Tirkiyeyê Dr. Tariq Ziya Îkîncî bihîst. Ez ji dil serexweşiyê li binemal û kesûkarên mamosta Îkîncî dikim û ez hevxemê wan im. Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide hemiyan.”
Siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û parlamentarê berê yê Kurd Tarik Ziya Ekincî ku ji navçeya Lice ya Diyarbekirê ye, doh 15ê Tebaxê di 99 saliya xwe de li bajarê Stenbolê koça dawî kir. Biryar e 18ê Tebaxê cenazeyê Ekincî li Diyarbekirê bi merasîmekê bi xaka bê spartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin